Nûnerê Neteweyên Yekbûyî jibo welat Geir Pedersen roja Duşemê ji Reutersê re got ku jibo çareserîyeke sîyasî lihevkirinên cidî pêdivî ye û ew yek divê bibe beşek ji qonaxa veguhêz ya seredema piştî rejîma Beşar Esad.
Pedersen got ku Şaraa di hevdîtinên hefteya borî de li Şamê jê re gotibû ku ew bi rêketinên veguhêz yên pêbend in ku hemî pêkatên Sûrîyê dio nava xwe de bihewîne.
Lê, Pedersen bal kişand ku çareserkirina alozîyan li bakurê rojhilat jibo Sûrîyeya nû ya piştî serwerîya malbata Esad wê bibe testeke girîng.
"Ger rewşa li bakurê rojhilat bi awayekî rast neyê rêvebirin, dibe ku ev bibe nîşaneke pir xirab ya jibo tevahîya Sûrîyê. Ger em li vir bi ser nekevin, wê encamên neyînî derkevin û pêleke nû ya derbiderîyê dikare biqewime.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku komên çekdar yên Sûrî di 9ê Berfanbarê de bajarê Minbicê ji destê HSDê sitandibû û ew hazirî dikin ku êrîşî bajarê Kobanî bikin.
Lê, Enqerê jiber wê helwestê rastî dijberîyeke xurt ya cîhanê tê û di serî de Amerîka, Îsraîl, Almanya û Fransa bertekên tund nîşan didin ku Tirkîyê operasyoneke wiha neke.
Jêder: Reuters