Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamena Ewrupa ji YE Tolekirina Berpirsên Kuştina Jîna Amînî Dixwaze


Jinên Kurd kuştina Jîna Amînî li bajarê Qamişlo şermezar dikin
Jinên Kurd kuştina Jîna Amînî li bajarê Qamişlo şermezar dikin

Parlamentoya Ewrupa îro Pêncşemê biryareke pejirand ku tê bûyêrên niha ya li Îranê dinirxîne; yên piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ya 22 salî di destê polîsên exlaqî yên wî welatî de diqewimin û herwiha xwepêşandanên li serênserê Îranê dijî rejîma olî ya tudrew didomin.

Parlamenterên Ewrupî di biryarê kuştina Jîna Amini bi tundî şermezar dikin û bang dikin ku lêpirsînek bêalî, bi bandor û berîya her tiştî serbixwe li ser reftarên xirab û kuştina wê ya trajîk demûdest were kirin.

Keça Kurd Jîna Amînî di 13’ ê Îlonê de li Tehranê ji alîyê polîsên exlaqî yên Îranê ve hat desteser kirin, bi îdiaya lixwekirina ‘cilûbergên ne guncaw’ yên qanûnên tund yên Komara Îslamî.

Jîna Amînî sê roj şûnda li nexweşxaneyeke Tehranê jiyana xwe ji dest da, piştî deêşkenceya laşî ya dema ku ew li navenda polîsên exlaqî de desterkirî bû.

Divê YE Dijî Karbidestên Îranî yên ku Tevlî Tepeserkirina Rejîmê Dibin Toleyan Ragihîne

Parlamentoya Ewrupa di biryarê de bo tevgera aştiyane ya xwepêşandanên li Îranê bi piştvanîya xwe ya temami û xurt dîyar dike; bi taybet jî bo jinên ciwan yên ku rêberîyê dikin û bi werekî beşdar dibin.

Parlamentoyê bi berdewamî karanîna berfireh û bêrêkûpêk ya hêzê ya alîyê hêzên ewlehîyê yên Îranê, dijî girseyên li kolanan bi tundî şermezar û rexne dike, ku heya niha bûye sedema kuştina hejmareke bilind ya mirovan.

Parlamenterên Ewrupî herwiha bang li desthilatdarên Îranê dikin; da ku her kesê ku tenê ji ber karanîna mafên xwe yên azadîya derbirînê, rêxistinbûn, kombûna aştiyane û hemû parêzvanên mafên mirovan ku hatine girtin, demûdest û bê şert û merc werin berdan û tawanbarîyên dijî wan werin rakirin.

Parlamento bi biryara îro ji Yekîtîya Ewrupa (YE) daxwaz dike ku dijî karbidestên Îranî toleyan ragihîne, yên ku hem di kuştina Mahsa Emînî de û hem jî di tundîtûjiya ser xwepêşanderan de cîh digirin.

Parlementoya Ewrupa wê yekê li gor Peymana Toleyên Mafên Mirovan yên Cîhanî yên YE daxwaz dike.


Biryar ji Neteweyên Yekbûyî (NY) ser bûyerên Îranê Daxwaza lêpirsînê dike

Parlamentoya Ewrupa hevdem bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û bi taybet jî li Civata Mafên Mirovan ya NY dike ku di derbarê bûyerên vê dawîyê yên li Îranê de, lêpirsînê bidin destpêkirin.

Parlamenterên Ewrupî bang li welatên endamên YE yên ku hebûna wan ya dîplomatîk li Îranê hene jî dikin ku hemberî Komara Îslamî gotar û tevgerên hevrêz bikin; bo parastina parêzvanên mafên mirovan, bi taybet jî parêzvanên mafên jinan û kesên ku hem welatîyên YE ne û hem jî yên Îranê ne.

XS
SM
MD
LG