Parlamana Ewrupa ser mafên mirovan yên li Tirkîyê, rewşa Selahattîn Demîrtaş û girtîyên sîyasî yên din rûniştinek li dar xist.
Civata Giştî got ku ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî, divê Demîrtaş demûdest were berdan.
Parlamenter û berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di preskonferansa heftane de bal kişand ser biyara dadgehê.
“Biryara Parlamana Ewrupî helbet girîng e. Sedema girtina hevalên me sîyasî ye. Pêwîst e ku hemû girtîyên sîyasî werin berdan.”
Li 120 zindanên Tirkîyê girtîyên sîyasî dest bi greva birçîmanê kiriye. Gunay li rewşa girtîyan jî sekinî û jibo çareserkirina kêşeyan jî bangî desthilatîyê kir.
“Girtîyên sîyasî 57 rojin ku dest bi greva xwebirçîkirinê kiriye. Rewşa wan xirabtir dibe. Birêz Abdullah Ocalan jî demeke dirêj e bi ti kesî re nikare hevdîtinê çêke. Em careke din bang dikin ku bila karbidest demûdest van kêşeyana çareser bikin.”
Di rojên çûyîn de Wezîrê Bergirî yê Tirkîyê Hulîsî Akar û şandeya ligel wî serdana Bexdayê û Hewlêrê kiribûn.
Gunayê got ku dema Tirkîye bi Îraqê re hevdîtinê çêdike, piştî wê dest bi şerekî dike.
“Em bendewar in ku karbidestên Başûr û Îraqê destûr nedin polîtîkayên dijî Kurdan.”