Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YNK û PDK Bo Avakirina Hikûmetê Cuda bi Partiyan re Dicivin


Civîna Şanda PDKê bi Newey Niwê re
Civîna Şanda PDKê bi Newey Niwê re

Piştî derbasbûna mehekê bi ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê de, PDK û YNK her yek cuda bi aliyên din yên Kurdistanî re dicivin.

Li gor daxuyaniyên aliyên siyasî armanca civînan pêkanîna kabînek nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Çarşemê 27ê Mijdarê, Şandeke Partiya Demokrata Kurdistan (PDK)ê serdana Silêmaniyê kir û ligel hinek aliyên siyasî civiya.

Şanda PDKê pêkhat bû ji; Hoşyar Zêbarî, Piştîwan Sadiq û Dilşad Şehab, şand bi nûnerên Newey Niwê û Tevgera Gorran re rûniştin.

Endamê Newey Niwê yê pêşwazîkirina şanda PDKê Kawa Andulqadir, gote Dengê Amerîka "Hilbijartinên 20 meha Cotmehê hevsengiya siyasî li Herêma Kurdistanê guherand, li gor me pêwîstiya herêmê bi guherînê heye, weke Newey Niwê me projek heye ku serok Hikûmet li aliyekî be û hemê postên din li aliyê din, divê li ser du grûpan were dabeş kirin, û her du salan pervguhertina wan postan were kirin, jiber ku nabe rewş deshilatdariyê bi vî awayî berdewam bibe."

Kawa got, "Em ê ji xeynî PDK'ê bi partiyên din re jî hevdîtinan pêk bînin. Lê divê projeya me were cîbicîkirin, lewma me projeya xwe da PDKê jî."

Pêşniyara Newey Niwê, ku danek ji Dengê Amerîka re hatiye şandin, ji çend xalan pêk tê, ji wan wergirtina postên hikûmetê bi awayê dewrî, rêkeftineke stratejîk ligel Bexdayê, bi taybetî li ser mûçe û mijarên din, ku weke ew dibêjin ev mercên wan yên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêmê ne, dema danûstandian bi aliyên din yên siyasî re dikin.

Piştî civîna ligel Newey Niwê, şanda PDKê serdana Tevgera Gorranê kir û ragihand, ku tevî redkirina beşdarbûna di kabîneya bihê de, lê daxwaz ji wan kiriye, ku "di navbera partiyan de roleke baş bilîzin."

Berdevkê Tevgera Gorran Dilêr Ebdulxaliq ji Dengê Amerîka re got: "PDK di wê baweriyê de ye ku Gorran dikare rola xwe di rêkeftina navbera aliyan de bilîze, lê me piştrast kir ku em beşdariyê di kabîneya nû de nakin û emê opozisyon bimînin, lê daxwaz me ewe ku ji bo xatir; gel çendî zû ye lihevhatin çê bibe û kabîna nû çalak bibe û li gor yasa karê xwe bike."

Herwiha wî got, "Sibê li Hewlêrê me ligel YNKê civînek heye û em nizanin ka dê çi bibe, lê YNKê ji me re gotiye em li gel wê yekê ne ku di demeke nêzîk de kabîneya nû were avakirin."

Derabrê civîna YNKê bi Komela Dadgeriyê re li Hewlêr, Dengê Amerîka çend caran pêwendî bi berdevkên YNK û Komela Dadgeriyê re kir, lê bersiv nebû.

XS
SM
MD
LG