Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Paul Rayn Wek Serokê Encûmena Nûneran Hat Hilbijartin


Paul Rayn
Paul Rayn

Roja Pênşemê encûmena nûnerên welatên yegirtî yên Amerîka Paul Rayn weke serokê nû yê encûmenê hat hilbijartin, daku ciyê serokê berê yê Îstifakirî John Boehner bigire.

Paul Rayn ji Komarîyan û Nancy Pelosi ji Demokratan di berbijêriya serokatiya encêmenê de bûn, di encama dengdanê de, Rayn 236 deng bidest xistin, pilosy 184 deng .

Bi vî awayî di dîroka encûmena nûnerên Amerîka de Rayn (45 salî) dibe genctirîn serokê encûmena nûnerên Amerîka.

Li gûr Makezagûna Amerîka serokê encûmenê dê bibe serokê welat, dema ku, serok û cîgirê serokê welat giyanê xwe ji dest didin, yan jî di rewşeke weha de bin ku, nikar bin êdî wezîfa xwe bi cî bînin.

Wek tê zanîn şeva Çarşemê, Komarî lihevhatin ku, Rayn bibe berbijêrê wan yê serokatiya encûmenê piştî ku Kevin McCarthy piştevaniyeke bihêz ya partiya xwe bidest nexistî.

XS
SM
MD
LG