Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Piştgirîya Destpêkirina Têkilîyên Tirkîyê û Sûrîyê Nake


Esad û Erdogan li Helebê (06/02/2011)
Esad û Erdogan li Helebê (06/02/2011)

Cîgirê berdevikê wezareta derve yê Amerîka Vedant Patel dibêje ku Washington piştgirî nade normalkirina têkilîyên Tirkîyê û Sûrîyê.

Karbidestên payebilind yên Tirk ragihandibû ku dibe ku ew bi Şamê re têkilîyên xwe yên dîplomatîk jinûve bidin destpê kirin.

Piştî peyamên karbidestên Tirk, cara yekê ye ku Amerîka ser îhtîmala jinûve destpêkirina têkilîyên Tirkîyê û Sûrîyê daxuyanî dide û helwesta xwe eşkere dike.

Patel, wek bersîva pirsekê got ku ti nîyeta Amerîka tuneye ku bi rejîma Esed re têkilîyên dîplomatîk baştir bike û ew di vê mijarê de daxwaz yan hewilên ti welatekî napejirînin.

Daxuyanîya Wezîrê Karê derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu ji Patel re hat pirsîn ku gotibû ku bo dîyaloga bi hikûmeta Sûrîyê ti şert û mercên welatî wî tuneye.

“Tirkîye hevalbendeke girîng ya NATO ye û di hesab pirsîna kiryarên hovane yên Rûsya li Ukrayna de rolek girîng lîstiye. Lê, rêvebirîya me wê ser hewlên bo normalkirin yan jinûve avakirina Beşar Esad ti piştgirî nede.”

Patel herwiha da zanîn ku wê Amerîka, heta ku bo çareserîya siyasî pêşketineke xurt pêk neyê, wê toleyan ser Sûrîyê raneke û helwesta xwe ya ser avakirina Sûrîyê neguherîne.

Wî bi berdewamî got ku Washington bawer dike ku pêşketina sîyasî ya xwecîhî û domdar jibo jinûve avakirinê hem pêdivî û hem jî gîrîng e, lê wan di wî warî de pêşketin nedîtine.

Patel bang li welatên herêmê kir ku kiryarên tawankar yên rejîma Esad bi baldarî binirxînin.

“Em bang dewletên herêmê dikin ku tawanên rejîma Esed bi baldarî binirxînin ku di deh salên dawî de hemberî gelê Sûrîyê pêk anîne.“

Wî herwiha hewildên berdewam yên rejîmê bi bîr xist ew ku nahêle gelek welat alîkarîyên mirovî û ewlekarî bigihenin gelê Sûrîyê.

Patel piştî wan agahdarîyan dewletên herêmê hişyar kirin ku helwesta xwe yên ser Sûrîyê bi rengekî yekgirtî binirxînin.

Hejayî gotinê ye ku di van demên dawîde di helwesta Tirkîyê ya hember rejîma Esad de nermbûneke xuya dike û karbidestn payebilind yên dewleta Tirk bi daxuyanîyan nîşan didin ku ew bi awayekî erênî dîyaloga bi Sûrîyê re dinêrin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di serê vê mehê de bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re civîbû û gotibû ku Putin xwestiye ku Enqere bi Şamê re hevkarîyê bike.

Erdogan herî dawî di 19’ê Tebaxê de gotibû ku çavê Tirkîye ne li ser axa Sûrîyê ye û ew hewil nadin ku ti heremeke axa Sûrîyê bigirin.

Wî herwiha dîyar kiribû ku têkbirin yan têknebirina Esad jibo wan ne pirsgirêk e û divê ew bi Sûrîyê re gavên zêdetir bavêjin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu jî ragihandibû ku di navbera Enqere û Şamê de bi rêya sazîyên îstixbaratê yên her du alîyan têkilî hene.

Çavuşoglu di 23’yê Tebaxê de jî ragihandibû ku bo destpêkirina dîyaloga bi Sûrîyê re ti şert û mercên Tirkîyê tuneye.

Wezîrê Derve yê Sûrîyê Feysel Mîkdad, di sere vê hefteyê de piştî hevdîtîna bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re gotibû ku ew jî bi destpêkirina peywendîyên bi Tirkîyê re ti şert deneynin.

"Lê, divê dagirkerîya dewleta Tirk ya li ser axa Sûrîyê bi dawî bibe, da ku têkilî vegerin rewşa berîya destpêkirina şer,“ Mîkdad got.

Hejayî bîrxistinê ye ku têkilîyên dîplomatîk yên di navbera Tirkîyê û Sûrîyê di 2011’an de qut bûn, dema ku şerê navxweyî ya li Sûrîyê destpê kiribû, jiber ku Enqere piştgirî da rikeberîya Sûrî yên dijî rejîma Esad.

Tirkîyê herwiha piştgirî da û hê jî dide komên çekdar yên opozîsyona Sûrî ku dixwazin desthilata Esad têk bibin.

Di şerê navxweyî Sûrîyê de Rûsya û Îran alîgirên serekî ne û hêzên Esad bi piştgirîya Rûsya li gelek hereman hemberî çekdarên opozîsyonê bi ser ketin û wan ji heremên heya rojavayê bakurê Sûrîyê derxistin.

XS
SM
MD
LG