Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pasdarên Îranê Bo 'Amadebaşiyê' li Nêzîk Sînorê Îraqê Hîndarîya Leşkerî Encam Didin


Beşek ji dîmenên hîndariya Leşkerî ya Pasdarên Îranê
Beşek ji dîmenên hîndariya Leşkerî ya Pasdarên Îranê

Ajansa fermî ya nûçeyan ya Îranê (IRNA) roja Yekşemê ragihand ku Hzên Pasdarên Şoreşa Îranê perwerdeya leşkerî li herêmên rojavayê welêt pêk tîne ku dê heta roja sêşemê berdewam bike.

Berpirsekî Pasdarên Şoreşê ji IRNA'ê re ragihand ku hîndarîyên leşkerî ku roja Înê dest pê kiribûn li rojavayê welêt li parêzgeha Kirmaşanê li nêzîkî sînorê Iraqê berdewam in, armanca hîndariyê "ji bo amadebaşîya şer û hişyariyê," ye.

Ev hêndarê di demekê de tên lidarxistin ku Îranê piştî kuştina serokê Mekteba siyasî ya Hamasê Îsmaîl Henîye di 31ê Tîrmehê de li Tehranê soz dabû ku bersiva Îsraîlê bide.

Îran û Hamas Îsraîl bi kuştina Haniye tawanbar dikin. Îsraîl berpirsiyariya kuştinê ne girtîye û ser xwe û red nekirîye, ev jî dike ku tirsa berfirehbûna şerê li Gaza berfireh bibe û li herêma Rojhilata Navîn berfireh bibe.

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Pasdarên Şoreşê Ali Fedavi roja Înê got, Tehran dê fermanên Rêberê Îranê Elî Xamineyî li ser vê mijarê bi cih bîne.

Wî her wiha gotbû, "Fermanên Rêberê Bilind yên girêdayî tolhildana li dij Îsraîlê jiber kuştina Hanîye di eşkere û zelal in, ewê bi awayekê herî baş pêk were cîbicîkirin."

Jêder: Medya Îsraîl, Îran û Erebî

XS
SM
MD
LG