Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Komarî ya Opozisyon Civata Nûneran li Kongresê Kontrol Dike


Çaverê dihête kirin rêberê Komarî John Boehner jibo posta serokê Civata Nûneran bihête destnîşan kirin.
Çaverê dihête kirin rêberê Komarî John Boehner jibo posta serokê Civata Nûneran bihête destnîşan kirin.

Senat her li jêr kontrola Partîya Demokrat e û Serok Barack Obama pîrozbayî li rêberên Partîya Komarî dike

Li hilbijartinên Midterm, Partîya Komarî ya Opozisyon Civata Nûneran li Kongresa Amerîkî kontrol kir di beşekê de jiber nerazîbûna gelê Amerîkî beramberî rewşa aborî ya welatî û xerciyên hikûmetê.

Komariyan bi kêmî ve 60 kursî li hilbijartina roja Sêşembî bi dest ve anîn. Komariyan bitenê pêdivî bi 39 kursiyan hebû daku bibin zorîne li Civata Nûneran. Belê Senat her li jêr kontrola Partîya Demokrat ya Serok Barack Obama ye.

Serok Obama bi telefonê peywendî bi rêberê Komarî li Kongresê John Boehner kir û pîrozbayî lê kir jibo serkeftina Komariyan û got ku pêdivî ye Demokrat û Komarî bihevre kar bikin jibo xizmet kirina gelê Amerîkî.

Çaverê dihête kirin John Boehner jibo posta serokê Civata Nûneran bihête destnîşan kirin.



Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG