Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyên Kurdistanî Çekberdana PKK Çawa Dinirxînin?


Piştî ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) general Mazlûm Ebdî û serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed El-Şera peyman pêk hat, ev car jî hemû dêhn li ser çekberdan û xwetasfîyekirina Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û li Tirkîyê li ser statûya Kurdan gur dibe.

Partîyên Kurdistanî hemû van pêşketinan ji nêz ve dişopînin. Ew beşdarî bangwazîya rêberê PKK Abdullah Ocalan ya çekberdana PKK dibin, lê bi tundî pêşî li girtina statûya Kurdan jî derdikevin.

Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan (Hak-Par) Duzgun Kaplan li ser daxûyanîyên Ocalan ji Dengê Amerîka re hestê xwe an ziman. Kaplan çekberdana PKK erênî dibîne lê bê statûbûna Kurdan jî napejirîne.

“Em wisa difikirin ku eger pêkan e PKK xwe istîfa bike, wê kêrî berjewendîyê Kurdan be û em piştgirîya vê dikin. Lê di vê bangwazîyê de tiştek heye ku ji Kurdan re dibêje ku xwe radestî dewleta Tirk bikin, di Tirkbûnîyê de xwe bihelînin, dest ji hemû mafen xwe yên kolektîf û çandî berdin. Ev xelet e, em beşdarî vanan nabin.”

Kaplan, radigîhîne ku mafê ti kesî an jî rêxistineke nîne ku heqên Kurdan yên bêtirî 30 mîlyon were redkirin. Kaplan dide zanîn ku pirsgirêka Kurd tenê bi PKK’ê ve girêdayî nîne û divê li ser esasê wekhevîyê û edilane were çareserkirin.

Parlementer û Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad (Huda-Par) Şehzade Demîr, ji Dengê Amerîka re ragihand ku di nav 40 salan de gelek kes di vê pevçûnê de rastî êşê mezin hatine û ew betalkirina PKK’ê erênî dibînin.

“Hebûna PKK li hemberî çareserkirina pirsgirêka Kurd astengekî mezin e, ji ber vî jî betalkirina PKK em girîng dibînin. Lê PKK ji çek dest berde an jî bernede ji bo mafên Kurdan pêdivîye ku gav werin avêtin. Lazime pirsgirêka Kurd di nav maf û azadîyan de bê şert û merc were çareserkirin.”

Demîr, radigîhîne ku, heke PKK ji çek dest berde û xwe fesh bike, ji bo gav avêtinî jî dê hincetek ji holê rabe.

Li gor agahîyên PKK piştî bangwazîya Ocalan li ser wan operasyonê dewleta Tirkîyê berdewam dike. Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistan (PWK) Mustafa Ozçelîk ragihand ku rawestandina çek ya PKK girîng e, lê pêdivîye ku dewlet jî operasyon rawestîne.

“Rawestandin û çekberdana PKK gavekî baş û di berjewendîyê gelê me de ye. Helbet divê dewlet dawî li operasyonên xwe yê leşkerî bîne. Lê belê em wek PWK tespîtên Ocalan yên dewleteke cuda ya netewî, federasyon, otonomî û mafên kulturî red dike, em rast nabînin. Mafê statûya Kurdan mafekî meşrû ye û mafekî esasî ye.”

Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel da zanîn ku piştî çekberdana PKK wê rê ji sîyaseta Kurdan re bêtir were vekirin.

“Em çiqas piştgirî bidin çekberdana PKK jî lê ew peyama ku Ocalan gotîye federasyon, xewserî û çareserîyê din derbas bûye, em ne wekî wan difikirin. Li dikarim bêjim ku çekberdana PKK hiceteke mezin wê ji destê dewletê bigre û pêşîya Kurdan di qada sîyasî de veke.”

Jibo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

XS
SM
MD
LG