Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemanê Îraqî Dengî li Ser Kabîneya Nû ya Hikûmetê Dide


Parlemanê Îraqê.
Parlemanê Îraqê.

Çaverê dihête kirin Parlemanê Îraqê roja Sêşembî dengî li ser kabîneya hikûmeta nû bide.

Serokê Parlemanê Îraqî Osame Nucêfî dibêje, Serokwezîr Nûrî Malikî lîsteka pêkhatî ji 42 kesan pêşkeşî parlemanî kir ji bo postên wezaretan û postên din yên bilind. Nucêfî got ku Malikî erkê xwe yê destûrî bicîh anî.

Dengdan li ser kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê roja Duşembî hate paşêxistin, piştî nerazîbûna jimareka endamên parlemanî beramberî destnîşan kirina wezîrên demkî bo 13 wezaret û postên serekî. Malikî bi xwe wek wezîrê demkî yê wezareta navxwe, berevanî û parastina niştîmanî kar dike heta wezîrên herdem dihêne destnîşan kirin.

Li gor destûrê Îraqî, pêdivî bû ku serokwezîr li demê 30 rojan navê endamên kabîneya xwe pêşkeşî parlemanî bike, piştî Serokê Îraqî Celal Talebanî ew ji bo gereka dî ya serokê hikûmetê destnîşan kir.



Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG