Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentera BDP'ê ya Girtî Selma Irmak Dest bi Greva Birçîbûnê Kir


Parlamentera BDP'ê ya Girtî Selma Irmak Dest bi Greva Birçîbûnê Kir
Parlamentera BDP'ê ya Girtî Selma Irmak Dest bi Greva Birçîbûnê Kir

Parlementera Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ya Şirnexê Selma Irmak ku ji doza KCK’ê girtî ye, tevî 5 jinên girtî yên Doza KCK’ê, 15’ê Sibatê roja Çarşemê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêveger kir, da ku astengîyên li pêşîya hevdîtinên li ser rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), Abdullah Ocalan û operasyonên sîyasî û leşkerî protesto bike.

Hêjayî gotinê ye ku parlamenterên BDPê jî ragihand ku, ewê jibo piştgiriyê bidin Selma İrmak û hevalên wê, di 20 û 21’ê Sibatê da li Navenda Giştî ya BDP’ê jibo du rojan dê bizava birçîbûnê bidine destpê kirin.

Bi alîyekî din ve, Cîgirê Serokê Gruba BDP’ê Hasîp Kaplan, jiber êrîşa Roboskî yê, gilîya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn, Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, Rêvebirê MÎT’ê Hakan Fîdan, Serfermandarê Artêşê Necdet Ozel, Fermandarê Hêzên Bejahî Huseyîn Kivrikoglû, Fermandarê Hêzên Esmanî Mehmet Erten kirin.

Kerem kin bi lînka "Guhdarî Kirin" a jorîn guhdarîya vê raportê bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG