Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Çep ya Kesk jibo Dîyarkirina Rêvebirîya li Parlamanê Kom Bû


Parlamanterên Partîya Çep ya Kesk jibo danûstandinên ser encamên hilbijartinan û berpirsîyan kom bûn.

Civîna Partîya Çep ya Kesk li navenda giştî ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) çêbû.

Hevserokên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan û Hevberdevkên Partîya Çep ya Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin beşdarî li civînê kirin.

Rêvebirîya koma parlamanê ya Partîya Çep ya Kesk dê di civînê de dîyar bibe.

Parlamanter dê sibê Înê sonda parlamanterîyê bixwin.

Di dîwana demkî ya seroktîyê de ji Partîya Çep ya Kesk Berîtan Guneş Altin ya 28 salî jî heye.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG