Polîsên Fransî di pîrozbahîyên 1’ê Gulanê yên li Parîsê de, bi gazên îsotê xwepêşanderan ji hevdu cihê kirin ku bo protestkirina polîtîkayên Serokê Fransî Emmanuel Macron derketibûn kolanan.
Sendîkayên karkeran û ”êlegzêran” wek bersîvdana ragihandina dawî ya Macron, îro li seranser Fransa derketin kolanan.
Nûçegîhanên Reutersê dîdevanî kir ku polîsan hewil daye ku bi gaza rondikrêj xwepêşanderên ku serê xwe peçandibûn û rûberk danabûn pêş rûyên xwe ji hev dûr bixe.
Polîsên Fransî roja Sêşemê hişyarî dabû di pîrozbahîyên 1’ê Gulanê de pevçûn bi endamên koma çepger ya anarşîst re dikarin derkevin.