Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qîzek 16 Salî li Fransa bi Tawana Terorê Tê Girtin


Serdozgeriya giştî ya dadgeha Parîs ya dijî terorê roja duşemê ragihand ku wan keçeke 16 salî bi tawana gomanbariya encamdana êrîşên terorî girtiye.

Dager di daxuyaniya xwe de dide zanîn ku, têkiliyên wê keçikê li gel dewleta Îslamî (DAIŞ)ê hene û propagendê jibo wan dike.

Cîgirê serdozgeriya Parîs Laure Vermeersch daye zanîn ku, wê keçikê bi App ek di mediya civakî de banga çalakiyên şîdetê dikir, cîgirê serdozger herweha dibêje ew keça 16 salî heftiya derbasbûyî li dewruberên Paris hatiye girtin û lêkolîn li hemberî wê dihatin berdewamkirin û dê tawana bi terorê terorê bihê dadgehkirin.

Kesên lêpirsîn li dij wê dane destpêkirin dibêjin "ew keçeke serhişk û radîkale", ew berpirsa chatt a gropek radîkal bû liser Telegramê û propagenda jibo DAIŞê dikir.

XS
SM
MD
LG