Papa Francis roja Şemiyê li Portugalê serdana Perestgeha Fatima ya Katolîk ya pîroz kir. Ji bo aştiya cîhanê, wî bi nêzîkî 200,000 kesan re nivêj û lava kir li cîhê kilîse li ser dibêje ku Meryema Pîroz di sala 1917'an de ji sê şivanên zarok re xuya bû.
Papayê 86 salî xwendina gotara xwe ya ku di bernameya serdana wî de bû derbas kir, tevî ku ew hatibû destnîşankirin ku ev perestgeh bibe babeta serekî di gotara wî de.
Ev yek bala xelkê kişand û bû cihê pirsê bê çima Papa gotara xwe nîvco hişt.
Berdevkê Vatîkanê Matteo Bruni got biryara papa ya ku xuya ye di kêlika dawî de dev ji axaftinê berde, tu têkiliya wê bi pirsgirêkên çavê papa Francis re tunebû.
Lê piştre, li ser hesabê Francis yê X ve, Vatîkanê beşek ji gotara nexwendî weşand, ku berî serdanê ji hêla medyaya Vatîkanê ve wekî bangewaziyek ji bo bidawîkirina şer li Ukraynayê hatibû binav kirin.
Jêder: Reuters