Roja Yekşemê Krîstiyan li seranserî cîhanê mezintirîn cejna xwe ya ku bi cejna Rabûnê tê naskirin pîroz dikin, Krîstiyan di wê bawerê dane ku Îsa pêxember piştî ku hatbû xaçdan cardin vegeryaye jiyanê û ji mirinê car din zindî bûye.
Cejna Rabûnê ya ku bi "Easter" tê naskirin, rojek ne sabit û binecî ye, ew her sal di demekî de tê pîroz kirin dîroka wê tê guhertin, lê dêrên rojavayî wê di roja Yekşema Yekê de ji kemilandina biharê û derketina Heyva temam pîroz dikin.
Îro Yekşemê hezaran bawermendên Krîstiyan li Vatîkanê li meydana "Saint Peters" civiyan, dema Papayê Vatîkanê Francis peyva bi serdêra "Lihevkirin" pêşkeş kirî û dû'a kirin ku şerên li Rojhilata Navîn û qetlîamên li Sûriyê bidawî bibin.
Papa Francis dîsan di peyva xwe de, dû'a û nivêj kirin ku alozî û nerihetiyên li nîvgirava Korî bidawî bibin û "aştî û hevdu qebûlkirin" li wê herêmê berqerar bibe.
Di baweriya Krîstiyanan de heftiya dawiyê ya cejnên Easter de roja Pêncşemê Îsa Mesîh xwarina evarî "Şîv" ya dawiyê ligel şagirtên xwe xwarî bû, roja Înê ew hat bû xaçdan ku weke Îna Xemgîn tê naskirin, bi tevayî ew heftî weke heftiya êş û azaran tê naskirin, lê roja Yekşemê ku roja rastî ya cejnê ye ew bawer dikin ku Îsa Mesîh, ji mirinê car din vegeryaye jiyanê.
Jibo Dêrên Rojavayî heftiya êşan her tim dikeve heftiya di navbera dawiya Adarê û destpêka Nîsanê de, lê jibo dêra Rojhilat ya Artodoksan Yekşema piştî wê, cejnê pîroz dikin, îsal dêra Rojhilat dê roja Yekşemê 8î Nîsanî cejna Rabûnê û Easter, pîroz bikin.