Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Wê bi Papa Francis re Bicive


Qesra Sipî ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden wê meha Çileyê here Roma û li wir bi Papa Francis û Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni re bicive.

Berdevka Qesra Sipî Karine Jean-Pierre dîyar kir ku serdana Biden wê 9-12’ê Çileyê çêbe.

Jean-Pierre got ku Biden wê bi Serokê Îtalya Sergio Mattarella re jî kom bibe.

‘’Serok Biden ve bi Papa re jî bicive û bi wî re ser pêşvebirina aştîya li seranserê cîhanê biaxife.’’

Wê got ku Biden wê bi Meloni re jî ser dijwarîyên girîng yên li cîhanê danûstandinê bike.

Biden do Pêncşemê bi Papa Francis re axifî.

Qesra Sipî dîyar kir ku Biden jiber berevanîya Papa ya jibo sivikkirina êşên cîhanî spasîya wî kir.

Seroktîya Biden 20’ê Çileyê diqede ku wê rojê Serokê hilbijartî Donald Trump dest bi kar dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG