Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Panêleka Îraqî 52 Kandîdan Berbend Dike


Biryara Panêlê renge derencama helbijartina 7-ê Adarê biguhre

Panêleka Îraqî 52 kandîdên helbijartina niştîmanî ya Îraqê berbend kirin ji ber tayên wan bi Partîya Be'es ya Seddam Hûsênî.

Karbidestên Pêdaçûnê ragehand ku du ji 52 kesên hatîne berbend kirin, li helbijartina 7-ê Adarê kursî li perlemanê Îraqê bidest anîne.

Karbidestên Helbijartinê dibêjin yek ji kandîdên serkeftî li lîsta Al-Îraqiye ya serokwezîrê berê Ayad Allawî ye.

Berbend kirina kandîdan renge kar bikit ser derencama helbijartinê.

Hevalbendiya Allawî bi du kursyan li pêş hevalbendiya Dewleta Qanûnê ya serokwezîr Nûrî El Malikî ye.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG