Roja Sêşemê bi rêya onlaynê panelek taybet li dor raporta nû ya bi navê Îraq: Nexşerêyek bo başkirin û vejînê hat encam dan di semînerê de danûstandin û çareseriyên li Îraqê yên derbarê raporê hatin gotûbêj kirin.
Panel û raport ji aliyê Encûmena Atlantîk ve hat rêxstin, lê raman û nêrînên di raportê de tenê derbirînê ji fikra nivîserên raportê dike, Encûmena Atlantîk û parebexş û hevkarên wê ne berpirsin ji derencam û nerînên ku di raportê de hatine nivîsandin.
Raport ji 22 rûpelan pêk tê. Û ji aliyê Dr. C. Anthony Pfaff hatiye nivîsîn û amade kirin, ku hevkarekî Encûmena Atlantîk ya Destpêşxeriya Îraqê ye û şarezayê pirsên stratejî, pîşeyên leşkerî û exlêaqê cengan di nava leşkerên Amerîkî de, lê nivîsînên di raportê de derbirînê ji siyaseta Amerîka nake.
Raport ji 12 beşan pêk tê, ji diyaloga li Berlin ya Adara sala 2020ê ku şareza û pisporên ewlekariyê, civakê û aboriyê ji Amerîka, Yekîtiya Ewrûpa û Îraq beşdarî tê de kirbûn û li ser arêşe û pirsgirêkên li Îraqê bi taybet pirsên Ewlekarî Û Sosiyoekonomî rawestabûn, Weqfa"Conrad Adenauer Stiftung" rêxistbû, diyalog ji rêze semîneran pêkhat û heta Dîsembera 2020ê dom kirin, herçende bandora pandemiya vîrusa korona li ser rewşa rûniştinên diyalogê hebû.
Diyaloga li Berlin hat encamdan piştî xwepêşandanên girseyî yên gelê Îraqê li dij hikûmetê derketin ku roja 20ê Îlona 2019ê weke çirsîka serhildanek nû li Îraqê ji aliyê xortan û gelê Îraqê li piraniya bajaran hatbû destpêkirin û di encam de sedan kes hatbine kuştin û hezaran jî birîndar bûn û silogana sereke ya xwepêşandan "ُEm Niştîmana Xwe Dixwaz in" bû.
Piştî destpêkirina wan xwepêşandanan li Îraqê dehan çalakvan hatine tesfiye kirin û kuştin, di nav de Rojnamevan, niviskar û şirovekarên siyasî hene.
Di raporê de tê gotin "Divê Îraqî bi serê xwe çareseriya bibînin û pirsgirêkên xwe şareser bikin, lê pêwîstiya wan bi alîkariya navnetewî heye."
Beşekî raportê balê dikişîne ser çawaniya desthilata li Îraqê û şêweyê hikûmdariyê û dide zanîn ku Îraqê gelek pirsgirêk hene hin ji wan di sala 2006ê de hatine çareser kirin piştî hilbijartinan û lihev hatina siyasî ya aliyên Îraqê ku weke li Îraqê bi "Muhassisse" bi nav dikin.
Pêşî panel bi peyva vekirinê ya birêz Dr. C. Anthony Pfaff hat destpêkirin ku her ew xwediyê raportê ye.
Têbîniyên sereke derbarê raportê ji aliyê birêz Martin Huth Balyozê Yekîtiya Ewrûpa li Îraqê hatin, wî pêşî xembariya xwe bo qurbaniyên êrîşa şeva borî ya bi mûşekan li ser bajarê Hewlêr ragihand û bi giranî li ser pirsa dabeşbûna nasnameyî ya li Îraqê û parvekirina siyasî ya desthilatê ku dibêjinê Muhassessê rawesta.
Martin Huth bal kişande ser pirsgirêka mezin li Îraqê ya destpêkirina xwepêşandanên girseyî li 20ê meha Oktobera 2019ê.
Herwiha got ku divê rêformên siyasî, ekonomî û îdarî pêk bihên û şerê gendeliyê bihê kirin.
Martin Huth got, fersendek baş li pêşe bo çareseriyan di hilbijartinên pêşwext de, ku dê meha Oktobera 2021ê bihên encam dan weke ku hatî plan kirin.
Herwiha Huth got ne deme ku Hewlêr û Bexda hevdij bin û çareseriya pirsên navxweyî nekin. Herwiha got ku divê têkiliyên Îraqê bi welatên cîran re baş be û pirsgirêkên li gel Îran, Tirkiye û Sûriyê bihên çareser kirin jiber ku Îraq welatekî petrolê ye dikare ekonomiyek baş hebe li gel welatên li herêmê.
Lê divê Îran rêgir be ji milîtanên girêdayî wê li Îraqê baştirîn nimûne ew êrîşa şeva Sêşemê bû ya ku li ser bajarê Hewlêr pêkhatî, weke Martin Huth got.
Herwiha Balyoza berê ya Îraqê li Amerîka Rend Rahîm got, ku pirsa mezin ewe ku gelê nerazî û hikûmet ji hev dûrin û xwepêşanderên li Îraqê silogana "Em Niştîmana Xwe Dixwazin" bilind kirîye, ev jî wê wateyê dide ku piraniya gelê Îraqê ji berpirsên dewletê cûda difikirin, ji bo gel nştimana wan giringe, herçende ev siloganek hisîye jî, lê dide zanîn ku gel ji hikûmetê cûda difikire, balyoz Rend Rahîm got.
Di panelê de herwiha Dr. Dhiaa Al-Asadi Endamê berê yê Encûmena Nûnertiya Îraqê herwiha balyoza berê ya Yekîtiya Ewrupa li Îraqê Ramon Blecua û birêz Feisal Al-Istrabadi rêvebirê saziya Lêkolînên Rojhilata Navîn û profesorê Qanûn û Dîplomasiyê li zanîngeha Indiana li Bloomington beşdarî panêlê bûn û ramanên xwe derbarê raporê û rewşa Îraqê bi giştî anîn ziman.
Di panelê de xalên sereke yên ku hatin gotûbêj kirin pirsgirêka dabeşbûna siyasî û hevpariyê (Muhassesse) li gor nasnameya etnikî û mezhebî, gendelî, rêformên aborî û ewlekarî bûn.