Artêşa Pakistanê dibêje yek ji serbazên wê di êrîşeke ser xaleke vekolînê de li herêmeke bakurê rojavayê welêt, nêzîkî sînorê Afghanistanê hate kuştin.
Daxuyaniya artêşê got roja Şemiyê erebeyeke leşkerî li herêma Boya ya navçeya Bakurê Wezîristanê hate êrîşkirin.
Daxuyaniyê got li dirêjiya meha borî 5 serbaz hatin kuştin û 31 birîndar bûn di encama êrîşên mîlîtanan de li Bakurê Wezîristanê, cihê ku girjiyên nijadî li gel pêkhateya Paştû gur bûne.
Leşkeran endamê parlemanê Muhsin Dawar û qanûnsazekî din bi navê Elî Wezîr girtin bi tawanbariya ku wan serkirdayetiya êrîşekê di xwepêşandanan de kiriye.
Herdû qanûnsaz niwênerên gurûpa Paştû ne ku şermezar dikin bikaranîna tund a hêzê ji aliyê leşkeran ve li dijî endamên êlên xwecihî.