Karbidestan ragihand ku di pevçûneke nû ya mezhebî de li herema Kurram bakurê rojavayê Pakistanê de herî kêm 16 kes hatine kuştin, ku ji wan di 3 jin, 2 zarok û 2 ji êrîşkar bûn.
Karwanek Sunnîyan roja Şemiyê rastî êrîşê hat, dema di bin parastina leşkerên paramîlîter de diçû, karbidestekî payebilind yê rêveberîya Kurram ji AFP re got.
“Di encamê de 3 jin û 2 zarok 14 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
Heman karbidestî got ku polîsên sînor bersîv dane êrîşê û 2 ji êrîşkaran hatine kuştin, yên ku wek Şîa hatine destnîşan kirin.
Eşîrên Sunnî û Şîa ev çend meh in li herema Kurram ya parêzgeha Khyber Pakhtunkhwa ya Pakistanê şer dikin.
Kurram, ku berê herêmek nîv-xweser bû, xwedî dîrokek xwîndar e, jiber rûbirûbûna çekdar yên di navbera eşîrên sunnî û Şîa ku bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane.
Di pevçûnên herî dawî yên di Tîrmeh û Îlonê de jî bi dehan kes hatin kuştin û piştî cerga, yan civata eşîran agirbestek ragihand, bi dawî bûn.
Karbidest hewil didin ku agirbestek nû peyda bikin.
Li Pakistanê pevçûnên jiber nakokîyên mezhebî, eşîrî û malbatî pir têne dîtin.
Lê, ew pevçûn dikarin bi taybet li heremên dûr yên wek Khyber Pakhtunkhwa, ku civak li gor pîvanên eşîrî yên kevneşopî tevdigerin, dirêj û tundîtir dibin.
Civata Şîa ya li Pakistanê, welatekî ku piranîya wê Sunnî ye, ev demeke dirêj e ku rûbirûyê cudakarî û tundîyê ye.
Jêder: AFP