Di vê hefteyê de, pakêta derxistina girtiyan li Tirkiyê, ya bi navê paketa Înfazê ku weke nîv efûyek tê naskirin, di rojeva Tirkiyê de ye û roja Sêşemê li meclisê bû.
Li gor paketê divê pirtir ji 45,000 hezar girtî ji zînadan derkevin, di roja yekê de, rastkirina paketa înfazê ji alîyê HDP û CHP’ê ve li nav parlamanê, bi çepikan hate protesto kirin. Di roja Çarşemê de jî, ser rastikina paketê di navbera parlementerên HDP û MHP'ê de şer derket.
Partiya Demokratîk ya Gelan HDP weha dibîne ku ev paket tenê bo xatira MHPê hatiye derxistin û gelek aligirên wê dê sûdmend bin.
Şirovekar jî weha dibînin ku, ev paketa înfazê dê bibe sedema parçebûna civakê, kesên ku li ser pirsên siyasî, daxwaza maf û dadweriyê dikin li Tirkiyê nakevin di çarçeva vê efûyê de. Partiya sereke ya opozisyon li Tirkiyê CHP û partiya Dahatu ya nû çêbûyî ya serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, ew jî paketê rexne dikin û dibêjin, kesên karên xerab û bêrûmetî kirine dê ji pakêtê sûdmend bin, ronakbîr, rojnamevan û niviskar û kesên siyasî yên hatine girtin, dê nekevin di nava efûyê de.
Bernama "Hello Washington" li ser vê mijarê bi mêhvanan re gotûbêj encamda.
Mêvanên bernamê Bayram Bozyel, cîgirê serokê giştî yê Partiya Sosyalista Kurdistan PSKê, Zana Kobar, Sosyolog û xwendekarê zanîngeha Stenbol, herwiha Eyyup Demir, nûçegihanê Dengê Amerîka ji Enqerê tevlî bernamê bûn.
Bozyel got ku ev ne paketa efûyê ye, ev paketa înfazê ye yên ku di girtîgehan de mane û hûkmê wan kêm bûye yên ku karên xerab kirine dê feyde ji paketê bibin, û li Tirkiyê girtî ewqas zorin, icar ciyê raketina wan nîne, lê ev paket dê nakokoyên li Tirkiê kûrtir bike, weke din kesên siyasî û navê wan heye, yên weke Osman Kavala û Selahattin Demirtaş dê sûdmend nebin ji vê paketê.
Herwiha Zana Kobar, got ku, ji aliyê civakî ve, li Tirkiyê dê ev efû bibe sedema perçebûna civakê û dewlet naxwaze çareserî çê bibe.
Peymanerê Dengê Amerîka Eyyup Demir ji Enqerê pêzanînên derbarê paketa înfazê de heya îro derketine û raya giştî û ya aliyên siyasî debarê mijarê bi guhdarên bernamê re parve kirin.