Dengê Amerîka armanca herêmên jihev cûda kirina bingehên leşkerî yên di navbera Pêşmergê Herêma Kurdistana Îraqê û leşkerê Îraqê de eşkere dike.
Li herêmên nakokbar wezareta Berevaniya Îraqê û wezareta Pêşmerge bi armanca zelal kirina bingehên leşkerî û mana hêzên her aliyekî li wan herêman destnîşan dikin.
Roja 11î meha Şiwatê şandên hevbeş yên Pêşmerge û leşkerê Îraqê çûbûn qeza Kifrî û Xormatu, ev yek weke vegerîna hêzên Pêşmerge bo herêmên naokbar hatbû nirxanidn, lê weha derneket.
Lîwa Îsmail Serhan endamê komîta hevpar ya hêzên Pêşmerge û wezareta Berevaniya Îraqê dibêje, "Komîta me bo destnîşankirina xalên leşkerî, li Diyala hatiye karê xwe bidawî kirîye, û îro dest bi xalên li herêmên parêzgeha Selahedîn dike".
Lîwa Îsmail da zanîn ku piştî Diyala û Selahedîn komîte dê li sinorên Kerkuk û Mûsil, li Mexmûr dest bi karê xwe yê destnîşankirina xalên leşker bikin, Îsmail red dike ku armanca karê komîta destnîşankirina xalên leşkerî li herêmên nakokbar bihê zanîn, het niha kesek nizane armanc ji vê yekê çiye?
Lê Emîndarî Giştî yê Wezraeta Pêşmerge Ferîq Cebar Yawir dibêje, "armanc ji karê komîtan ewe ku bizanîn kanê kîjan herêmê pêwîtî bi hêzana heye li wir hêz bihên zêde kirin û li herêmên hêz zêde ye, bihê kêm kirin, bi taybet herêmên ku DAIŞ lê mane divê hêzên Pêşmerge û yên Îraqê bihên zêde kirin".