Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ozel Berî Here Herêma Kurdên Tirkîyê Serdana Demîrtaş Kir


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel berî here herêma Kurdên Tirkîyê li girtîgehan serdana sîyasetvan Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli kir.

Ozel piştî serdanê banga Demîrtaş ya ser tûndûtûjîya dijî jinan ragihand û ser peyvajoya çareserîyê ya pêkan peyamên germ dan.

‘’Tirkan û Kurdan, hemî kesên li Tirkîyê dijîn, kalikên me bi hev re dawî li dagirkerîyeke mezin anîbûn û komareke teze çêkiribûn, ewê dawîya danûstandinan dîsa pir baş be.’’

Wî got ku ewê vê carê kêmahîyên xwe sedsala berê sererast bikin û ewê bi hev re aştîya civakî çêkin.

Ozel dîyar kir ku ewê biçe bajarên li rojhilata Tirkîyê û got ku ger wî bi Demîrtaş re hevdîtin nekira ewê ti wateya serdana wî nemaya.

Serokê CHP’ê got ku Demîrtaş di danûstandinên aştîyê de aktorekî girîng e û dîyar kir ku jibo tiştên baş divê ti kes rê li ber ti kesî negire.

Ozel ser atmosfera danûstandinan ya li parlamana Tirkîyê got ku rewşeke erênî ye û dîyar kir ku jibo encamên mayînde çêbin divê herkes li gor parlamanê tevbigere.

Piştî serdanê Demîrtaş jî bi rêka parêzerên xwe peyameke weşand.

Demîrtaş dîyar kir ku rêkên sîyasetê hatine girtin û got ku jibo çareserîya kêşeyan cîh parlamana Tirkîyê ye.

Wî got ku jibo peyvajoya ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser dibêje normalbûn û nermbûn divê rêzdarîya jibo hiqûqê hebe û got ku li cîhê ku hiqûq tê binpê kirin, sîyaset nabe û zemînê normalbûnê çênabe.

Di banga ser tûndijîya dijî jinan de Demîrtaş dîyar kir ku divê bîragiştî ya Tirkîyê hevkarîyê bike û zimanê serdest yê mêran biguherîne.

Demîrtaş dîyar kir ku jibo aştîya civakî divê berê tundûtûjîya dijî jinan were sekinandin.

Jêder: NTV, Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG