Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ozel: Divê Pirsa Kurdan bi Rêkên Demokratîk li Parlamanê Were Çareser Kirin


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel îro Sêşemê di komcivîna partîya xwe de ser çareserkirina pirsa Kurdan peyivî.

Ozel dîyar kir ku divê pirsa Kurdan bi rêkên demokratîk li parlamena Tirkîyê were çareser kirin.

‘’Li Tirkîyê wê dawî li kêşeya terorê û pirsa Kurdan were. Rêka vê yekê jibo Kurdan jî jibo Tirkan jî demokrasî ye, rêka vê sekinandina erkdarkirina qayuman e.’’

Wî dîyar kir ku jibo çareserîya kêşayên din jî divê hikûmet pêşîya azadîyan veke.

Ozel bi berdewamî bang li serokê parlamanê Numan Kurtulmuş kir ku bi berpirsî tevbigere.

Serokê CHP’ê got ku divê Kurtulmuş jibo çareserîya hemî kêşeyên welêt banga li hemî partîyên parlamanê bike ku meşeke demokrasîyê bikin.

Kurtulmuş pêr Yekşemê di bernameyeke fitarê de gotibû ku cîhê çareserîya hemî kêşeyên weltê parlaman e.

Wî ser danûstandinên jibi çareserîya pirsa Kurdan dîyar kiribû ku ewê kêşe bi helwesta hevbeş ya partîyan were çareser kirin.

Peyvajoya danûstandinên dawî meha Cotmehê bi banga Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî destpê kir ku hevbendê desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ye.

Piştî danûstandinan, Ocalan di 27’ê Sibatê de bang li Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) kir ku çekan berde û dawî li xwe bîne.

Ocalan di banga xwe de jibo çareserîyê parlamena Tirkîyê nîşan da.

PKK ser banga Ocalan agirbest ragihand û dîyar kir ku ewê li gor wî tevbigere.

XS
SM
MD
LG