Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê CHP'ê Ozel: DEM Partî Hewil Nade ku Muxalefet Serketî Be


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel got ku Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) hewil nade ku muxalefet bi ser keve.

Ozel di hevpeyvîna taybet ya Cumhuriyetê de dîyar kir ku DEM Partî bi daxuyanîyên xwe nîşan dide ku stratejîya wan ne ser têkbirina desthilatê ye.

‘’DEM Partî behsa lihevkirina di asta bajêr de kir. Lê, wê partîyê li gelek bajaran got ku lihevkirin çênebûye û berbijarên xwe derxistine.’’

Wî got ku bala wî ji rêvebir û daxuyanîyên partîyan zêdetir ser hilbijêran e jiber ku wan di sala 2019’an bi hevre ‘’serketinên mezin’’ bi dest xistiye.

Ozel dîyar kir ku hilbijêrên sala 2019’an neguherîne û ew bawer dikin ku ewê dîsa bi hilbijartinên herêmî desthilatê rawestînin.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê dîtin, di hilbijartinên 2019’an de li bajarên mezin yên li rojavayê Tirkîyê li hember desthilatê piştgirî dabû berbijarên rikeberîyê.

DEM Partî û CHP’ê jibo hilbijartinên 31’ê Adarê ya 2024’an danûstandinên hevkarîyê kirin, lê hevkarî bi tenê jibo bajarvanîyên Mersîn, Manîsa û Esenyurt ya Stenbolê hat ragihandin.

Rêvebirên DEM Partî dîyar dikin ku ew dixwazin partîya wan li bajarên li rojavayê Tirkîyê jî serfiraz be û ew jibo hilbijartinên 31’ê Adarê êdî nikarin stratejîya sala 2019’an bimeşînin.

Jêder: Cumhuriyet

XS
SM
MD
LG