Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ozgur Ozel jibo Seroktîya CHP'ê Berbijarîya Xwe Ragihand


Serokê Koma Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel îro Înê bi preskonferansekê berbijarîya xwe ya jibo seroktîya partîyê ragihand.

Ozel dîyar kir ku ew ne jibo serketina di partîyê de, lê jibo CHP’ê bike partîya desthilatê dibe berbijar.

‘’Çîroka me çîroka wan ciwanan, wan jinan e ku naxwazin şaşîyên berê dubare bikin. Çîroka me çîroka wan kesan e ku jibo guherîna Tirkîyê bawer dikin ku ewê CHP’ê biguherînin.’’

Wî dîyar kir ku di bernameya wan de ji çandinîyê heta fikarên ewlekarîyê heta kêşeya Kurdan mijarên serekî yên Tirkîyê hene û ew çareserîyan jî pêşkeş dikin.

Ozel got ku ew hemêzên xwe li hemî cudahîyên Tirkîyê vedikin û bi hev re li feqîr û bêkarên li welêt xwedî derdikevin.

Di axaftina xwe de, Ozel partîya xwe ser encamên hilbijartinên îsal rexne kir.

Sîyasetvanê CHP’ê got ku rêvebirîya partîyê ya bi seroktîya Kemal Kiliçdaroglu ser sedemên têkçûnê lêkolîn nekiriye û rêyeke nû nedaye pêş xwe.

Ozel got ku ewê jibo piştgirîyê li bajarên Tirkîyê bigere û ji rêxistinên partîya xwe piştgirî bixwaze.

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ku li CHP’ê yek ji navên li pêş e, piştî preskonferansê ji Ozgur Ozel re serketin xwest û got ku ger CHP biguherem wê Tirkîye jî biguhere.

Jêder: Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG