Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê CHP'ê Ozel: Demokratên Kurd Wê li Îzmîrê Xwedî Derkevin


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel li Îzmîrê got ku ew bawer dike ku wê demokratên Kurd li bajêr xwedî derkevin.

Ozel dîyar kir ku wan li Enqerê ser hevkarîyê ti îmza neavêtiye, lê ewê li tevahîya Tirkîyê tifaqa sala 2019’an çêbe.

‘’Demokratên Îzmîrê, demokratên Kurd, wê li Îzmîrê, li komarê û li siberoja me xwedî derkevin. Bawerîya min bi tifaqa Îzmîrê heye. Bawerîya min bi tifaqa Stenbolê, bi tifaqa Tirkîyê heye.’’

Wî got ku ewê bi hevkarîya demokratên bajêr li 30 bajarvanîyên Îzmîrê bi ser kevin.

Bajarvanîyên Îzmîr, Stenbol, Enqere, ku bajarên mezin yên Tirkîyê ne, di destê CHP’ê de ne.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) tê dîtin, di hilbijartinên 2019’an de li bajarên mezin li hember desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) piştgirî dabû berbijarên muxelefetê û di serketina wan de roleke girîng lîstibû.

DEM Partî û CHP’ê di rojên borî de ser hevkarîyê danûstandin kirin, lê ti tifaq çênebû.

Pisporên sîyasetê û kompanîyên anketan dibêjin li bajarên mezin yên li Tirkîyê helwesta hilbijêrên DEM Partî wê bandorê li encaman bike.

Jêder: X

XS
SM
MD
LG