Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel, Serokê Partîya Tevgera Neteweper (MHP) Devlet Bahçelî ser bang û gotinên wî yên dawî rexne kir.
Ozel got Bahçelî, ku bang li Serokê Partîya Karkerên (PKK) Abdullah Ocalan kiribû ku li parlamanê dawî li rêxistinê bîne, şaşîyên taktîkî dike.
‘’Ti dewleteke wisa tuneye ku bang li serokê rêxistina terorî kiriye û gotiye ‘were kursîya meclîsê biaxife û bila dawî li vî karî were.’ Çi bû sedama vê terorê? Em çawa hatin vir? Me çi şaşî kirin?’’
Wî dîyar kir ku jibo çareserî û aştîyê divê hem tevgera sîyasî ya Kurdan hem muxalefet û hem desthilat li hev bikin û divê ti îstismara sîyasî çênebe.
Ozel dîyar kir ku bûyerên li cîhanê nîşan didin ku divê berî danûstandinan pêş-danûstandin çêbin û piştre jî zemîna lihevkirinê were ava kirin.
Serokê CHP’ê got ku Bahçelî li pey xeyalan e û ew nikare bi vî awayî encamekê bi dest xwe xe.
Wî dîyar kir ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pesna gotinên Bahçelî daye, lê negotiye ku divê ew bi rêbaza wî tevbigerin.
Bahçelî do Sêşemê di komcivîna partîya xwe de ser banga jibo Ocalan got ku ew berevanîya hemî kiryar û gotinên xw dike.
Serokê MHP’ê dîyar kir ku ew bê ku gotinên xwe biguherînin berevanîya yekîtî û biratîyê dikin û ew birayên xwe yên Kurd hembêz dikin.
Erdogan di rojên borî de ser gotinên Bahçelî gotibû ku ew bi awayekî wêrek û dîrokî axifîye.
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan jî ser banga Bahçelî gotibû ku jibo wan girîng e.
Bakirhan dîyar kiribû ku her çiqas ew û Bahçelî û partîya wî ser çareserkirina pirsa Kurdî dûrî hevdu ne, gaveke girîng e ku ew ser muxabatabîyê Ocalan nîşan dide.
Jêder: Gazete Duvar, VOA, Medyascope, Rojnameya Yeni Yaşamê