Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Malezyayî 12 Sal Cezayê Zindanê li Serokwezîrê Berê Rezak Birî


Serokwezîrê berê yê Malezya Necîb Rezak îro Sêşemê di rûniştina yekê ya darizandinê de jibo sûcên bertîl û perexwarinê hat tawanbar kirin û bi 12 salan hat ceza kirin.

Rezak li ser skandalek li sindoqa diravî ya dewletê ya bi navê "1Malezya Pêşketina Berhad" (1MDB) ku heya dewletên Kendavê û Hollywoodê diçû, dihat dadgeh kirin.

Doz bi berfirehî jibo biryardarîya tekoşîna li hemberjî gendelîyê ya Malezyayê wek testek tê dîtin û bo welatê Asya Başûr dibe ku bandorên sîyasî yên giring pêk were.

Dadwerê dadgeha bilind Mihemed Nazlan Mihemed Gazalî, jiber sûcdarîya bi awayekî xirab karanîna desthilatê bi 12 salan û cezaya 210 mîlyon dînar (49,40 mîlyon $) ya diravê, ceza da serokê berê.

Rezak yê 67 salî, herwiha jibo 3 tawanên cûda, binpêkirina bawerîyê, şûştina dirav û bo wergirtina nêzî 10 mîlyon dolarên bi rêyên dij qanûnî ji SRC International, ku beşek kevn ya fonek diravî ya dewletê ye, bi 10 salan cezaya zindanê girt.

"Piştî nirxandina tevahlîya delîlên di vê darizandinê de, ez difikirim ku dozgerîyê îdayên xwe bi şêwazek serkeftî û bê guman îsbat kir," dadwer Nazlan got.

Wî ferman da ku cezaya zindanê bi hevdemî were bicîhanîn, lê parêzerên Necîb bi lezgînî bo paşvexistina bicîhanîna cezayê serlêdan kirin.

Rezak sûcdarîyên dijî xwe qabûl nake û dibêje ku heke were tawanbar kirin ewê bo îtîrazê serî li Dadgeha Federal ya Malezya bide.

Dozger îda dikin ku ji fona diravi ya 1MDB pirtir ji 1 mîlyar dolar ji hesabê kesane ya Rezak re hatiye veguhestin û jiber vê yekê ew rûbirûyê bi 42 tawanên cûda ye.

Karbidestên Malezyayî û Amerîkî bawer dikin ku ji 1MDB bi tevahî $ 4,5 mîlyar dolar hatine dizîn.

Fona dewleta Malezya ya diravi ya bi navê 1MDB ji hêla Rezak bi armanca pêşvebirina aborî hatibû damezrandin, lê diravên vê fonê ji hêla hevkarên wî ve, li seranserê cîhanê bo kirîna berhemên hunerî, keştîyêkê taybet û bo fînanskirina fîlmê "Wolf of Wall Street" hatiye karanîn.

Dozgeran herwiha ragihand ku 27 mîlyon dolar jibo kirîna gerdenekê elmas ya bi rengê pembe bo hevjîna Necîb û hinek dirav bo kampanyayên hilbijartinê yên Necîb hatine xerc kirin.

XS
SM
MD
LG