Tirkîyê îro Çarşemê hewildanên lêgerîn û rizgarkirinê yên di xirbeyên avahîyên ku di encama erdheja bihêz ya roja Înêyê (30 Cotmeh) li Deryaya Ege hilweşîyabûn, bi dawî kir.
Di erdheja li rojavayê bajarê Îzmîr ya Tirkîyê û giravek Yunanîstanê de pêk hat, 116 mirov jîyanên xwe hinda kirin.
Rêveberîya û Rewşa Awarte û Karesatê (AFAD) ya Tirkîyê ragihand ku jiber erdheja, herî kujer ya ku nêzîkê di nava dehsalan de li Tirkiyê cara yekê li Îzmîrê qewimî de, 1.035 kes birîndar bûye û 137 kes jî hîn jî têne derman kirin.
AFAD'ê got ku hewildanên lêgerîn û rizgarkirinê yên li 17 avahîyên zarar dîtine an hilweşîyayî bi dawî bûne û tîmên xebatê xirbeyan paqij dikin.
Hevdem, karbidestan dîyar kirin ku ji bilî 114 kesên ku li Tirkîyê hatine kuştin, 2 kesên ciwan jî li girava Samos ya Yunanîstanê jiber heman erdhejê jîyanên xwe hinda kirine.
Roja Sêşemê, 90 demjimêran piştî erdhejê, tîmên rizgarkirinê li Îzmîrê keçek zarok bi saxî ji bin xirbeyan derxistin.
Herwiha AFAD'ê ragihand ku li heremê zêdetirî 2.790 kon bo stergeha demkî hatî ye darxistin û pirtirî 10.222 nivîn hatine belav kirin.
AFAD'ê got ku di encama erdhejê de, 22 botên deryayî binav bûn û 43 kesên din jî li ser erdê asê mane û herwiha ji wan 40 hatine rizgar kirin.
AFAD dîyar kir ku erdheja 30'yê Cotmehê bi mezinahiya 6.6 pêk û 855 paşhejîn çê bûye.
Sazîya Lêkolîna Jeolojîk ya Amerîka mezinahîya erdheja Îzmîrê wek 7.0 dîyar kir û Çavdêrîya Kandîllî ya li Stenbolê got ku ew 6.9 ye.
Hêjayê balkişandinê ye ku ji Tirkîyê xetên erdhejê derbas dibe û rûbirûyê erdhejan dimîne.
Di erdheja 2011'an de li bajarê Wanê de, zêdeyî 500 kes hatibûn kuştin û yek din
jî di Rêbandana îsal ya li herema Elazig çêbû de 41 kes li rojhilatê parêzgeha Elazig hatibûn kuştin.
Di sala 1999'an de jî, di encamên 2 erdhejên hêzdar yên li bakurê rojavayê Tirkîyê 18.000 kes jîyanên xwe hinda kiribûn.