Raporteke nû dibêje ku 10 kesên herî dewlemend li cîhanê di her du salên pêşîn de ji pandemîya vîrûsa koronayê pere û samanên xwe duqat kirin, di vê demê de ku asta hejarî û newekhevîyê li seranserê cîhanê zêde dibû.
Rêxistina Oxfam îro Duşemê got ku dewlemendîya van kesan ji 700 mîlyar bû 1.5 trîlyon dolar, bi rêjeya 1.3 mîlyar dolar her rojekê.
Raporta Oxfam di hilcivîneke rêberên cîhanî de wekî beşek ji Foruma Aborî ya Cîhanî belav bû.
Oxfam konfederasyoneke rêxistinên xêrxwazî ye ku girîngê dide ser kêmkirina hejarîya cîhanî. Wê got ku dewlemendîya mîlyardêran di dema pandemîyê de ji 14 salên berê ve bêtir zêde bû.
Wê rêxistinê ev newekhevî wekî “tundûtûjîya aborî” bi nav kir û got ku newekhevî faktorek e di mirina 21,000 kesan de her rojê jiber nebûna gîhandina bo baldana saxlemîyê, tundûtûjîya ser bingeha regezê, birçîtî û guhertina hawayê.
Oxfam herwiha eşkere kir ku nexweşîya koronayê bûye sedema ku 160 mîlyon kes li cîhanê têkevin nav hejarîyê, bi taybet jî kêmanîyên nijadî û jinan zîyan ji vê newekhevîyê dîtine.
Rêxistinê banga reformên bacan kir da ku bibin alîkar jibo berhemdana vaksînê li seranserê cîhanê û herwiha jibo baldana saxlemî û kêmkirina tundûtûjîya ser bingeha regezê.
Ofxam dîyar kir ku di komkirin û danheva agahîyên derbarê dewlemendîyê de sûd ji Lîsteya 2021’ê ya Mîlyardêran wergirt ku ji alîyê kovaka Forbes ya Amerîkî ve tê amade kirin.
Li gor lîsteya Forbes, her 10 kesên herî dewlemend yên cîhanê ev in: Elon Musk, berpirsê Tesla û SpaceX, Jeff Bezos, xwedîyê kompanîya Amazon, Larry Page û Sergey Brin, dameznêrên Google, Mark Zuckerberg, xwedîyê Facebook, berpirsên berê yên Microsoft Bill Gates û Steve Ballmer, berpirsê berê yê kompanîya Oracle Larry Ellison, karsazê Amerîkî Warren Buffet, û Bernard Arnault, serekê grûpa kar ya Fransî LVMH.