Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Onder: Jibo Civîna Duyê bi Ocalan re Emê di Dema Herî Nêz de Serî li Wezaretê Bidin


Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) wê ser rewşa dawî ya danûstandinên Kurdan û Tirkan roja Înê daxuyanîyeke nivîskî ya berfireh biweşîne.

DEM Partî, ku wek partîyeke pro-Kurd tê naskirin, 28’ê Berfanbarê li Girtîgeha Îmrali bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re kom bûbû û piştre bi partîyên sîyasî yên parlamana Tirkîyê re danûstandinên kiribûn.

Peyvajoya danûstandinan di dawîya sala borî re bi banga Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî, ku hevbendê pêş yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ye, destpê kiribû.

Bahçelî berê bang li Ocalan kiribû ku di komcivîna DEM Partî de dawî li PKK’ê bîne û piştre jî gotibû ku ew dixwazin ku DEM Partî û Ocalan di demeke nêz de kom bibin.

Piştî kombûna yekê, wî do Sêşemê jî di komcivîna partîya xwe de dîyar kir ku ew dixwazin ku piştî hevdîtina duyê ya şandeya DEM Partî û Ocalan, PKK çekan berde.

Parlamanterê DEM Partî Sirri Sureyya Onder, ku di şandeyê de ye, îro Çarşemê got ku jibo hevdîtina duyê ewê di dema herî nêz de serî li Wezareta Dadê bidin.

Berî gotinên Onder, Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Yilmaz Tunç gotibû ku jibo hevdîtina duyê hîn ti serlêdan çênebûye.

Jêder: Gazete Duvar, Ajansa Welat

XS
SM
MD
LG