Îro duşemê berbangê derdora set 2 sibehê, bargeha HSD û Kiwalisyonê li zevîya Omer li rastî êrîşek bi doronan ve hat.
Li gorî zanîyarîyan ku di encama wê êrîşê de 6 şervanên komandos yên HSD hatin kuştin, û birîndar hene.
HSD di daxuyanîyekê ser malpara xwe weşand têde mîlîşeyên bi ser rêjîma Sûrî tawanbar kir.
lê HSD piştî vê daxuyanîyê, daxuyanîyek din weşand , û got di encama lêpirsîna dor êrîşê de hat naskirin ku Mîlîşeyên bi ser Îranê de ew êrîş pêkanîn ne.
Berpirsê ragihandina HSD Ferhad Şamî di daxuyanîk taybet ji bo Dengê Amerîka encamên wê êrîşê eşkere kir.
“Di êrişa li Rojhilatê Dêrezorê de şeş şervanên me şehîd ketin.” Ferhad Şamî got.
Şamî di berdewamîya daxuyanîya xwe de tekezîya HSD ser mafê bersiva êrîşê anî ziman. Û got wê ew êrîş bê bersiv nemîne.
“Piştrast bin ku em dê bersiveke guncav a leşkerî bidin.” Şamî got.
Çavdêrîya Sûrî ya Mafê mirovan SOHR tekez dike ku ew êrîş ji alîyê giropa Berxwedana Îslamî ve pêk hat , di çarçoveya tolhildana şerê Xezayê de.
HSD li dor şerê navbera Îran û Amerîka de heya wek vê demê bê deng e, lê ser Pirsa Dengê Amerîka berpirsê ragihandina HSD Ferhad Şamî bersiv da û got :
“Divê şerê Amerîka û Îranê ne be sedema ku şerê dijî Daiş were paşguhxistin.” Şamî got
Ji 7 cotmehê sala bûrî de mîlîşeyên bi ser Îranê de bingehên Kiwalisyonê li Sûrî û Îraqê armac gir.
Êrîşa herî tûnd ya di 2 vê mehê de pêkhat ku bingeha Tower ya leşkerên Amerîkî armanc girt.
Di encama wê êrîşê de 3 leşkerêm Amerîkî hatin kuştin.
Roja Înê di berseva Amerîka ser wê êrîşê de ,85 xalên mîlîşeyên bi ser Îranê de li Sûrî û Îraqê armac girt.
Şopîner bawerdikin ku êrîşa Duşemê ser Zevîya Omer armac girt, di rêze êrîşên mîlîşeyên Îranê de ye.