Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derhênerê Ukraynî Olag Sentsov Dibêje Ew li Enîya Şer Birîndar Bûye


Derhênerê Ukraynî Olag Sentsov îro Duşemê ragihand ku ew li enîya şer birîndar bûye.

Sentsov dîyar kir ku ew li enîyeke li başûrê Ukrayna birîndar bûye û hatiye derman kirin.

Ew derhenêrê 47 salî, ku ji Qirimê ye, jimareke salan bi tawana terorê li zindana Rûsya mabû.

Sentsov, piştî ku bi pêguherîna girtîyan azad bûbû, tev li hêzên taybet yên Ukrayna bûbû.


Wî ji ser Facebookê ragihand ku xêncî wî du hevalên wî yên din yên li şer birîndar bûne.

Hêjayî balkişandinê ye ku balyozê Fransa yê li Ukrayna Îna borî Xelata Rûmetê (Legion d’Honneur) dabû Sentsov.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG