Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Olaf Scholz: Dem Hatîye ku Hewildanên Jibo Aştiya li Ukrayna Bên Zêdekirin


Serokê Ukrayna Zelenskyy û Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz.
Serokê Ukrayna Zelenskyy û Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz roja Yekşemê bang kir ku hewlên dîplomatîk werin xurt kirin da ku aştî li Ukraynayê "demûdest" pêk were.

"Bi bawerîya min niha dem e, ku em nîqaş bikin ka em çawa dikarin ji vê rewşa şer derkevin û di zûtirîn dem de bigihîjin aştiyê," Scholz ji televîona ZDF re, di hevpeyivînek de got.

Scholz dîyar kir ku divê Rûsya beşdarî hilcivîna aştiyê ya navneteweyî ya ser dawîkirina şer bibe, piştî ku Moskow jibo ya yekê nehat vexwendin.

"Girîng e ku em pêşketinê bi dest bixin. Bêguman wê konferanseke din ya aştiyê çêbibe, û serokê (Ukrayna) û ez, em hevbîr in ku divê Rûsya jî beşdar bibe," Scholz got.

Ev bang tê, dema ku Scholz li Almanya di bin zextek mezin ya navxweyî de ye.

Partiyên rastgir yên tund AfD û çepgirên tund BSW, her du jî dixwazin ku Almanya radestkirina çekan ji Ukraynayê re bi dawî bike.

AfD û BSW di du hilbijartinên herêmî yên li Almanya hefteya borî de destketîyên mezin bi dest xistin, dema ku partiîyên koalîsyona Scholz paşde çûn.

Elmanya piştî Amerîka duyemîn alîkarê herî mezin yê Ukraynayê ye, û hikûmeta Scholz gelek caran soz daye ku "çendî hewce bike" wê piştgirîyê bidomîne.

Serok û karbidestên payebilind yên ji zêdetirî 90 welatan di Hezîranê de li Swîsreyê kom bûn, jibo hilcivîna yekem ya aştîya Ukrayna, lê Rûsya nehat vexwendin.

Kîev armanc dike ku îsal hilcivîna aştiyê ya duyemîn dar bixe, û Serok Volodymyr Zelenskyy got ku divê Rûsya amade be da ku "encamên watedar" werin bi dest xistin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja Pêncşemê got ku ew jibo danûstandinên bi Ukraynayê re amade ye, piştî ku berê hizra danûstandinan red kiribû.

Kremlîn di paşerojê de israr dikir ku divê her peymanek aştiyê neçar bike Kîev axa ku Moskow wekî ya xwe îdia dike radest bike, ev jî şerteke ku Ukraynayê red dike.

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG