Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Ser Olîmpîyatên Parîsê Banga Sekinandina Pevçûnên li Seranserê Cîhanê Dike


Olîmpîyatên Paris 2024
Olîmpîyatên Paris 2024

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro Înê ser destpêka Olîmpîyatên Parîsê yên 2024’an bang li welatên li seranserê cîhanê kir wek beşeke agirbesta olîmpîyatan pevçûnên çekdarî rawestînin.

Guterres, ku bi Serokê Komîteya Olîmpîyatan ya Navneteweyî re kom bû, dîyar kir ku olîmpîyat jibo aştîyê şansek e.

‘’Ez dixwazim ragihinînim ku NY piştgirîyeke tam dide IOC. Em li cîhane wisa parçebûyî dijîn ku pevçûn jî bi awayekî dramatîk zêde bûne.’’

Wî dîyar kir ku li Gaza trajedîyên giran çêdibin, dawî li şerê li Ukrayn nayê û li Sudan, Komara Demokatîk ya Kongo û li Sahel û Myanmarê jî êşên mezin hene.

Guterres got ku divê rewşê de girîng e ku ew bêjin li cîhanê hewildana pêşî ya aştîyê agirbesta olîmpîyatê ye.

Dema olîmpîyatên Yunana Antîk jibo pêşbazî bidomin hemî pevçûn disekinîn.

Olîmpîyatên Parîsê îro Înê destpê dikin ku wê bi beşdarîya pirtir ji 10,500 werzişvanan ji 206 welat û herêman 11’ê Tebaxê dawî li wê were.

Di nav wan de tîma Filîstînê jî heye, tevî ku ne endama tam ya NY’ê ye jî, komîteyeke wê ya olîmpîyatan heye.

Werzişvanên Rûsya û Belarûsê jî wê jiber dagîrkirina Ukrayna bê amblem û ala di pêşbazîyan hebin.

Guterres dîyar kir ku wek çawa sporvan li hev dicivin divê dewlet jî wisa bi bawerîyeke xurt li hev bicivin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG