Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buhayê Neftê li Bazarên Cîhanê Dadikeve Bin 100 Dolaran


Buhayê neftê li bazarên cîhanê dîsa vegerî jêr 100 dolaran her bermîlekê li vê dema ku gotûbêjên agirbestê di navbera Rûsya û Ukraynayê de didomin.

Li gor bazarên îro Sêşemê, bermîla nefta xav daket 99 dolaran pişt ku wexteke zûtir vê mehê gihiştibû dora 130 dolaran. Ew nirx yê herî giran di 14 salên dawî de bû.

Buhabûna nirxê neftê girêdayî şerê Ukrayna û toleyên welatên Rojava ser Rûsyayê ye. Şîrovekar dibêjin ku daketina vê dawîyê girêdayî hêvîyên çareserîyeke diplomatîk jibo krîza Ukraynayê ye.

Lê daketina buhayê neftê, li gor çavdêran, yekser girêdayî zêdebûna pêketinên vîrusa korona li Çînê ye.

Zêdebûna COVID-19 hiştîye ku hikûmeta Çînê qeyd û bendên xwe yên tevgera xelkê li seranserê welêt tundtir bike. Ev jî bûye sedema kêmbûna daxwaza ser neftê ji alîyê Çînê ve, ku aborîya duyê ya her mezin li cîhanê ye.

Zêdebûna vê dawîyê yê nirxên neftê bûye sedem ku buhayê benzîn û mazot û berhemên din yên petrolê li seranserê cîhanê bilind bibin.

Lê hîn ne xuya ye ka kangî wê daketina nirxan rengvedanê li buhayên petrolê bikin.

Li Bakur û Rojhilata Sûrîyê, di rojên dawî de krîza kêmbûna petrolê li vê dema buhabûna nirxên cîhanê yên neftê derketîye holê. Lê karbidestên xwecîhî piştrast dikin ku kêmbûna petrolê pirsgirêkeke demkî ye û dê nêzîk were çareser kirin.

Li Herêma Kurdistana Îraqê jî, buhayên benzîn û mazotê bi awayekî berçav li bajarên Kurdan zêde bûye.

XS
SM
MD
LG