Leşkerên Tirk di 26'ê Hezîranê de li bajarokê Geverê (Yuksekova) ya Çolemergê (Hakkari)li dîjî çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyoneke dabûn destpê kirin.
Li gor jêderên xwecîhî di encama operayonê de li devera Astenga Reş pevçûn qewimîye û 3 ambulans çûne wê deverê.
Ajansa Mezopotamya jî ragihand ku leşkeran hevdem ser gundan de girtine û herî kêm 20 kes bi darê zorê birine qada operasyonê ku di nav de zarok û jin jî hebûne.
Ajansê herwiha ragihandi ku piştre jî 13 kes ji wan 20 kesan bi îdîaya alîkarîya çekdarên PKK’ê kirine hatine desteser kirin.
Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD) di derbarê desteserkirina gundîyên li herema Astenga Reş de daxuyanîyek weşand.
OHD ragihand ku 11 kes hatine berdan ku di nava wan de zarokekî 8 salî yê bi navê N.T. jî heye.
OHD da zanîn ku hin jî 2 kes li fermandarîya leşkerîyê desteserkirî ne.
Hevserokê OHD’ê yê Hakkarî Firat Îke dibêje ku dema wan xwestîye gundîyên desteserkirî li fermandarîya cendirmê ya Geverê bibînin, leşkeran êrîşî wan kiriye û ew birîndar kirine.
“Em bo dîtina gundîyên desteserkirî çûn fermandarîyê û piştî hewildanên me leşkeran tenê gundîyekî nîşanê me da. Ew jî di nava destê du leşkeran de bû û hat dîtin ku ew hatiye êşkence kirin. Piştî ku me bertek nîşanî tundîya leşkeran da, serfermandar û nêzî 40 leşkeran êrîşî me kir û em jî birîndar kiri,” Îke got.
Li ser vê rewşê parêzer Îke û hevseroka OHD’ê ya Hakkarî Harîka Gunay Karataş çûne nexweşxanê û şopên tundîya leşkeran bi raporên doktoran dane belge kirin.
Îke da zanîn ku bi rapora nexweşxanê jî dîyar bû li dîjî gundîyan jî êşkence hatiye kirin.
Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn gohdar bikin: