Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obrador Dibêje Meksîko Peywendîya bi Balyozxaneya Amerîka re Disekinîne


Obrador û Biden (Arşîv)
Obrador û Biden (Arşîv)

Serokê Meksîko Andres Manuel Lopez Obrador got ku hikûmeta wî peywendîya xwe ya bi balyozxaneya Amerîka re sekinandiye.

Biryara sekinandina peywendîyê piştî ku balyozê Amerîka reforma dadmendîyê ya bi piştgirîya Obrador rexne kir, hat dayîn.

Obrador bi preskonferansekê dîyar kir ku rawestandina peywendîyan bi tenê balyozxaneyê re ye, lê ne bi Amerîka re ye.

Balyozê Amerîka Ken Salazar ser reforma pêşnîyar dike ku dadwer bi dengên gel werin hilbijartin gotibû ku jibo demokrasîya Meksîko rîskeke mezin e.

Balyozê Amerîka Ken Salazar
Balyozê Amerîka Ken Salazar

Salazar ser peywendîyên bazirganî yên Amerîka û Meksîko jî hişyarî da ku her du dewlet ji alîyê bazirganîyê ve şirîk in.

Balyozxaneya Kanada ya Meksîko jî ser bazirganîyê hişyarî da.

Lopez Obrador dîyar kir ku sekinadina peywendîya bi balyozxaneya Amerîka re jiber ku balyoz nexwestiye bi wan re bipeyîve çêbûye.

Wî got ku berê peywendîyên wan yên bi balyozê Amerîke re rind bûye.

Salazar dîyar kiribû ku ew ser şeklên cuda yên dadmendîyê dikarin bi rêberê hikûmeta Meksîko re danûstandinê bikin.

Lopez Obrador di rojên dawî de ser rexneya balyozê Amerîkî gotibû ku mudaxalekar e û binpêkirina rêzdarîyê ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG