Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Navbera Kuştinkarîya Orlando û Komên Tundrê Girêdaneke Zelal Tuneye


Serokê Amerîka Barack Obama îro Duşemê got ku “îsbateke zelal” tune ku êrîşvanê mezintirîn kuştinkarîya girseyî ya dîroka Amerîka, ji hêla grubên terorîstî yên dervayê welêt ve hatiye rêvebirin.

"Wiha xuya ye ku êrîşvan ji alîyê pêzanînên ku di înternetê de belav dibin, hatiye agahdar kirin," Obama li Qesra Sipî ji rojnamevanan re got.

Serol Obama got, berguman Omar Saddiqui Mateen ê 29 salî, ku ji dêûbavekî Afganî ye, "ew cure tundrêyên xwemalî, bo me ji mêjve cîhê xemê ye.”

Wî bal kişand ku girêdanek di navbera Mateen û DAIŞ tunebû û wî di kêlîya dawî de, bi telefonkirina xeta 911 girêdana xwe bi wê koma tundrê ragihandiye.

Obama da zanîn ku vekolîna hêzên ewlekarîyê hîn di asta destpêkê de ye û hîn gelek tişt hene ku bêne ron kirin.

XS
SM
MD
LG