Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Li Sûriyê Û Îraqê Cih li DAIŞê Teng Dibe


Roja Sêşemê Serokê Amerîka Barack Obama di peyva xwe de ya ku, di civîna civata ewlekariya Niştîmanîî de pêşkêş kirî da zanîn ku, DAIŞ li Îraqê û Sûriyê gelek cih jidest dane, herweha hejmara çekdarên biyanî yên tevlî wan dibin kêm bûye.

Obama di civîna Civata Ewlekarîya Niştîmanî de, dema danûstendinên liser rewşa rêxistina DAIŞê encam didan got "DAIŞê nîva ew erdê li jêr kontrola wê de bû jidest daye û ewê zêdetir jî jidest bide, herweha DAIŞ berdewam kontrola xwe ya li erdê Sûriyê ji jidest dide".

Serok Obama herweha da zanîn û got bi kurtî, Hevpeyman berdewam di rewşa êrîş birinê de ne û DAIŞ bi tenê xwe diparêze, Obama berdewam dike û dibêje armanca me ya sereke jinavbirina DAIŞê ye.

Obama ragihand ku heta niha wan 22 Fermandarên DAIŞê kuştine û ev rêxistine berdewam rastî ziyanên madî û jidestdana erdî tê, weke Obama di axiftinên xwe de tîne ziman.

Serok Obama liser êrîşa terorîstî ya Orlando cardî anî ziman ku, heta niha hurgiliyên êrîşê nediyarin, ew hewildanek kesokî bû, vê êrîşê têkiliya wê bi rêxistina DAIŞê re nîne, Serok Obama got divê em rêkên gehiştina çekan bizehmet bêxîn, eger ev bi cih neyê û rêkên gehiştina çekan neyên çareserkirin dê karên pir xerab yên weha biqewimin.

XS
SM
MD
LG