Serokê Amerîka Barack Obama di peyama xwe ya Rewşa Yekgirtinê de ku, ku peyama wî ya dawiyê bû, weke serokê Amerîka, êvariya Sêşemê Pêşkeş kir, di destpêkê de xalên weke êkonomî, ewlekarî, koçberî, pirsgirêka çekan anîn ziman, derbarê rewşa êkonomiyê de got niha Amerîka êkonomiyek bihêz heye û dikare xwe bihêztir bike yên ku dibêjin êkonomiya Amerîka xerabe ne raste ew xeyaleke.
Obama got, Amerîka welatê herî bihêze liser erdê, em karîne gelek delîvên kar jibo welatiyan peyda bikîn, em liser riya pêşdaçûna êkonomiyê de ne, û hewil didîn enereciya paqij berhem bînîn, jibo ku jîngeh saxlem bimîne û derfetên kar zurtir bibin.
Xalên din yên herî giring di peyama Obama Serokê Amerîka de, xalên weke daxwaz ji Kongress hat kirin daku, li dij Daişê bi riyên leşkerî bi biryar bin, dîsan sozdayinên nû jibo girtina girtîgeha Guantanamo, weberhênana di warê enerjia paqij de û sozda ku Amerîka weke serkêşiya Cîhanê bike, bi hêza xwe ya êkonomî û leşkerî.
Di warê perwerdê de got ku rewşa perwerda Amerîka başe, lê divê em ji xwendkaran re çareseriyekê bibînin ku bikarin bi erzanî xwendina xwe bidawî bikin bê ku, barê giran bikeve ser milên wan.
Obama di peyama xwe de dîsan bal kişande ser rewşa kesên gihane di jiyê teqwîdê de, got divê rewşa wan bê baştir kirin, herwiha got divê baca liser welatiyan sivik bibe.
Di beşekê peyama xwe de Serok Obama derheqî Jingehê de got di 7 salên derbas bûyî de me gelek weberhênan di warê jingehê û paqijiya av û hewayê de encam dane û em hewil didîn di jingehek kêm Karbon de bijîn, me di vî warî de gelek kar kirye.
Obama liser paşeroja welatiyên Amerîka jî, rawestiya û got, divê li ciyê em qerz û deynên salên derbasbûyî bidîn em weberhênanê jibo paşerojek ronî bikar bînînin da nifşên dahatî sudmend bin.
Obama da zanîn ku Karê herî giring îro jibo gelê Amerîka ewe ji terorê bên parstin, bal kişande ser terora El-Qaidê û DAIŞê û got doh el-Qaide û Îro jî DAIŞ heye, da zanîn ku, nabe em bêjin Daiş nûnertiya yek ji olên herî mezin dike, ev kujer in, ev hovên fenatîkin.
Herwiha got divê em dersê ji dîroka xwe bigrîn, ji Vêtnamê ji Şerê Îraqê, divê em karekî weha bikîn ku, civaka navnetewî li gel me hevkar be jibo ku, terorê û tundriyan nehêlîn, weke çawan niha em li Suriyê dikîn.
Di dawiya peyama xwe de Obama daxwaz ji Gelê Amerîkî kir ku, dengê xwe di hilbijartinan de bikar bînin, çi li gel wî bin ya li dij bin.