Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barack û Michelle Obama Piştgirî Didin Harris ku Bibe Berbijara Seroktîyê


Barack Obama, Joe Biden û Kamala Harris
Barack Obama, Joe Biden û Kamala Harris

Serokê berê yê Amerîka Barack Obama û xanima wî Michelle Obama ragihand ku ew piştgirîyê didin Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris ku ew bibe berbijara seroktîyê ya Partîya Demokrata bo hilbijartinên 2024ê.

Obama û Michelle Obama di daxuyanîya hevbeş de dîyar kir ku ew bawer dikin ku bi Harris re vîzyona hewce ya jibo demên krîtîk, karakter û hêz heye.

Her du Obamayan ji X’ê ragihand ku ew soz didin ku jibo serketina Harris çi ji dest wan were bikin.

"Em jî wek Serok Biden difikirin. Bijartina Kamala yek ji biryarên wî yên herî baş bû. Jînenîgarîya wê vê biryarê piştrast bike."

Wan dîyar kir ku ew di qonaxeke wisa de ne ku têde rîsk hene û got ku Harris hêvîyên wan geş dike.


Obamayan tevî daxuyanîya nivîskî vîdyoyek jî weşand ku têde axaftina bi telefonê ya bi Harris re heye.

Harris di vîdyoyê de ji Obamayan re dibêje ku piştgirîya wan jibo wê pir girng e.

Biden Yekşema borî ragihand ku ewê ji berbijarîyê vekişe û şeva Çarşemê jî bi şîweke zindî gotarek li ofîsa oval ya Qesra spî pêşkeş kir û got ku "Hurmeta min ji vê ofîsê re heye, lê ez zêdetir hez ji welatê xwe dikim."

Obama di serî de jiber vekişîna Biden ew pîroz kiribû, lê jibo berbijarîyê piştgirîyeke tam nedabû Harris.

Cîgira Serokê Amerîka niha piranîya piştgirîyên delegeyên Partîya Demokrat bi dest xistiye û çaverê ye di kongreya partîyê ya meha Tebaxê de bibe berbijar.

Harris roja Pêncşemê rexneyên xwe yên ser Komarîyên tund domandin û dîyar kir ku ew polîtîkayên serneketî çêdikin.

"Em dixwazin çekên êrîşan qedexe bikin, lê ew dixwazin ku pirtûkan qedexe bikin."

Berbijarê seroktîyê yê Partîya Komarî Donald Trump do Pêncşemê ji Truth Soşyalê ser Kamalê got ku ew derewan dike, çepgirekî tund û Marksîst e û ji wan xirabtir e.

Trump îdia kir ku Demokrat hîn jî li bendê ne ku yekî hîn çêtir bibînin.

Jêder: Reuters, VOA, AFP

XS
SM
MD
LG