Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Îşev li Chicago Peyva Xatirxwaziyê Pêşkeş Dike û Xatir Bixwaz E


Serokê Amerîka Barack Obama weke Qesra Spî wesif dike dê peyva xwe ya "Pêşda Nerîn", îşev li bajarê Chicago pêşkeş bike û xatira xwe ji gelê Amerîkî bixwaze.

Valerie Jarrett Şêwermenda bilind ya "Qesra Spî", roja Duşemê gote rojnamevanan, gotara Obama dê balê bikişîne ser geşedan û karên di mawê 8 salên borî de yên dema desthilatdariya wî, herweha Obama dê "Pêşberiya beşdarî û xebatkirina jibo nirxên demokrasiyê bide gelê Amerîka".

Gotara xatrxwaziyê dê Îşev di seat 9:00 de li gur dema Washington, li McCormick Place li bajarê Chicago cihê jidaikbûna Obama ête pêşkeşkirin.

Peyvdara Qesra Spî Jen Psaki, da zanîn ku, dê peyva xatirxwaziyê ya Obama ji peyva 'Rewşa Yekgirtinê", kurtir be, ku di her hal de 63 deqîqan dirêj bû.

Hevkarên Obama dibêjin wî giranî daye ser nivêsîna peyva xwe ya dawiyê, dibe ku bistikên herî dawiyê jî, ew guherînan di peyvê de pêk bîne û wê sersat bike.

Ev dê bibe firîna herî dawiyê ya Barack Obama ji dervey Washington a paytext û dê bibe firîna dawiyê ya Obama weke serokê Amerîka bi balefira serokatiyê here bajarê Chicago.

Donald Trump serokê hilbijartî roja 20 Kanûna paşîn weke serokê 45an yê Amerîka dê di Rêûresmek fermî de sûnda serokatiyê bixwe.

XS
SM
MD
LG