Serokê Amerîka Barack Obama dawxaz ji qanûndarêjan kir plana wî ya çêkirina derfetên karkirinê ya bayê nêzîkê 450 milyar dollaran û kêm kirina bacê û xercên hikûmetê pesend bikin.
Serok Obama di gotarekê de şeva Pêncşembî li pêş Kongresê behsa Biryara Karên Amerîkiyan kir. Wî got , Amerîka di nav arîşeyek nîştimanî de ye û daxwaz kir demûdest kar bikin jibo vejandina aboriya welatî û baş kirina jiyana gelî.
Serok Obama daxwaz kir dawî bi siyasetên hizbayetî bê anîn, ku wek yariyên siyasî bi nav kir, û daxwaz ji qanûndarêjan kir bo alîkarî kirina aboriya welatî pêngavan rakin.