Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Hewilên Xwe yên jibo Sîvîlên Îdlibê Xurtir Dike


Neteweyên Yekbûyî hişyarî dide ku bi gurbûna şerê berdewam li Îdlibê, rewşa sîvîlên wê herêmê ketiye metirsîyeke mezin.

Berdevikê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric, piştî raporên êrîşên giran yên esmanî û topbaran kirina bakurê rojavayê Sûrîyê, li New Yorkê ji rojnamevanan re axifî.

Dujarric got ku Neteweyên Yekbûyî jibo ewlehî û parastina sê mîlyon sîvîlên li Îdlibê û herêmên derdora wê li Sûrîyê li zengila metîrsîyê dide.

Wî da zanîn ku şer nêzî herêmên ku şenîyên mezin lê dijîn bûye.

"Wek bajarê Îdlib û derîyê sînorî yê Bab-Hawa, ku hejmara herî mezin ya sîvîlên koçberkirî li bakurê rojavayê Sûriyê dihevîne û herwekî navendeka alîkarîya mirovahîyê xizmetê dike, dibin qada şer."

Dujarric bi berdewamî got jibo ku alîkarîya sîvîlan were kirin dema ku pêdîvî bilind dibin operasyoneke mezin ku derbazî sînorê bakurê rojavayê welatî dibe destpê kiriye.

“Meha borî 1,227 qamyonên alîkarîya mirovahî ji Tirkîyê bi rêya dergehê Bab al-Hawa û Bab al-Salam derbaz bûn; di meha Kanunê 928 lorî derbaz bibûn. Ew alîkarîya herî mezin e ku NY li ser sînorê Surîyê û Tirkîyê rê kiriye, piştî ku destûra operasyonan di sala 2014’an da hatiye vergirtin."

Dujarric da zanîn ku nêzîkî 900 lorîyên xwarinê jibo alîkarîya 1.4 mîlyon mirovan hat hinartin û qamyonên din bo nêzîkî nîv mîlyon mirovan pêdivîyên tendirustîyê û bo 230,000 kes jî tiştên derveyî xwarinê anîn.

Wî herwiha got ku ew li ser ewlehî û parastina zêdetirî sê mîlyon sîvîl li Îdlib û derdorên wê li bakurê rojavayê Sûrîyê pir hişyar dimînin, jiber ku êrîşên esmanî û bombebaran kirin li ser sivîlan berdewam dikin.

Li gor nûçeyan Pêncşemê herî kêm 15 cîhên civakî ber êrîşa esmanî ketin û 11 cîhên din jî hatin bombebaran kirin û di encamê de piranîya dikanan hatibûn girtin, rêyên erzaqan jî aloztir bûn.

XS
SM
MD
LG