Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet pevçûnên bi kuştin yên li Venezuela şermezar kir.
Bachelet da zanîn ku Artêşa Venezuela dijî kesên bê çek hêza tund bikar tîne.
"Hikûmeta Venezuela divê artêşa xwe ser karanîna çekan ya dijî sivîlan rawestîne" Bachelet got.
NY'ê dîyar kiribû ku di pêvçûnên dawîya hefteyê de bi kêmî ve 4 kes hatine kuştin.
Bachelet bang li Serokê Venezuela Nicolas Maduro kir ku kesên bi çekan êrîşî xwepeşandaneran kirine, bigire.