Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konseya Ewlekarîyê ya NY Ser Rewşa Ukrayna Dicive


Dîmeneke ji Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY)
Dîmeneke ji Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY)

Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) wê îro Pêncşemê ser rewşa Ukrayna civîneke vekirî pêk bîne.

Civîna NY bi daxwaza şeş welatên rojavayî tê darxistin; berî dengdana pêşnivîsa Rûsya ya ser rewşa mirovahî; ya ku bi tundî tê rexne kirin jiber ku behsa şerê dijî Ukrayna nake.

Konseya NY berîya destpêka civînê alên şeş welatên ku daxwaza civînê kiribûn – Brîtanya,Amerîka, Fransa, Îrlanda, Norwêc û Albanya ( Arnavutluk) hilda.

“Rûsya tawanên şer pêk û sivîlan dikearmanc. Şerê neqanûnî yê Rûsya ya dijî Ukrayna jibo me hemûyan tehdît e, "Mîsyona NY ya Brîtanya ser Twitterê got.

Rûsya roja Sêşemê pêşnivîsa biryareke pêşkeşî Konseya Ewlekarîyê ya NY kiribû, ya ku tê de daxwaza parastina sîvîlên "di rewşên xeter de" yên li Ukrayna dike.

Rûsya herwiha bo alîkarîyên mirovahî û kesên ku dixwazin ji Ukrayna derkevin jî avakirina derbazbûna ewle pêşnîyar dike lê, behsa şer û alîyên pêwendîdar nake.

Tê çaverê kirin ku ser peşnîyara Rusya li Konseya Ewlekarîyê ya NY roja Înê dengdana were kirin.

XS
SM
MD
LG