Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Hejmara Kuştinên Sivîl li Ukrayna Giheştîye 474 Kesan


Dîmeneke avahîyeke ku jiber topbarana Rusî zarar dîtiye, Mykolaiv, Ukrayna, 7 Adar, 2022
Dîmeneke avahîyeke ku jiber topbarana Rusî zarar dîtiye, Mykolaiv, Ukrayna, 7 Adar, 2022

Ofîsa mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Sêşemê bi daxuyanîyeke ragihand ku wan ji destpêkirina dagirkerîya Rûsyayê ya 24'ê Sibatê vir ve, li Ukraynayê 1.335 qurbanîyên sivîl tespît kiriye.

Ofîsa NY da zanîn ku di nava 1.335 qurbanîyên sîvîl de, 474 kuştî û 861 birîndar hene.

Lê, ofîsê hevdem destnîşan kir ku fîkar hene ku hejmara qurbanîyên sivîl ku wan îro dîyar kirine temam nîne, jiber ku gelek ragihandinên ser qurbanîyan li benda piştrastkirine ne.

"Ev fîkarana wek nimûne di derbaêr bajarokên Volnovakha, Mariupol, Izium in ku tê îda kirin ku li wan hereman bi sedan qurbanîyên sivîl hene," ofîsê got.

Yevheniia Filipenko, Balyozê Ukraynayê li NY, îro li Konseya Mafên Mirovan ya NY ya li Cenevreyê ser rewşa li Ukrayna axifî û wiha got:

"Rojek derbaz nabe ku di encama bombebaran û topbarankirina heremên rûniştvanî yên bajarên sereke yên Ukraynayê de, bi dehan qurbanîyên sivîl neyên dîyar kirin."

Hejmara giştî ya qurbanîyên sivîl ya ku NY roja Duşemê eşkere kiribû, 406 sivîl bû.

XS
SM
MD
LG